1. navê bikarhenerekî fabê ye.ez wî nas nakim lê bernavê wî gelekî xweş e. siheta wî xweş be.. |
|
26.08.2014 12:47 ~2015.04.05 17:19 |
berxweda
|
2. navek xweş e lê ya tu kesî nikare bibe wek ya devliken kelogirî. |
|
26.08.2014 17:36 |
simurg56
|
3. çîroknûsekî ciwan e, ne şaş bim xwendevanê edebiyatê ye û ji serhedê ye. min çîrokên wî di kovarên mîna çîrûsk, kovara w yê de xwendin û gelek kêfa min jê re hat. çîrokên oblomovîzmeke din , kî berx e kî beran e , ayeta sî û sêyemîn pir pir xweş in. ez ji niha ve li bendê me ku çîrokên xwe çap bike. |
|
27.08.2014 23:53 |
seydayê_peyvan
|
4. kesê bûye nivîskarê tirşikê ye, bi xêr hatiye. |
|
05.04.2015 17:20 |
berxweda
|
5. biharke, dê ji vî ciwanî çîroknûsekî jêhatî derkeve. xweş xwendevan e. haya wî ji edeb û edebiyatê heye. ji serhedê ye. eger rojekî kitabeke piçûk î xweşkok derxe, ez ê bi dilxweşî bixwînim. bila rêya wî vekirî be... |
|
05.04.2015 21:58 |
serhednişîn
|
6. Pirtûka wî kurteçîrokan ku ji zûde em çavlirê bûn, di nav weşanên lîsê de derçû. Here lînkê |
|
23.04.2015 22:34 |
seydayê_peyvan
|
7. min par bû herhal pirtûka wî ya çîrokan xwend, bi rastî ez heyirî mam, min jê îmzekirî hildabû. eger rojekî derfetek bikeve min dest, ezî dixwazim li ser çîrokên wî yên ku ji çavkaniya kurdî tê dizên, çend galegalan binivîsim. wiha berdewam bike li ser xeta çîrokê, wê bi rastî jî tiştine baştir jî derke holê. |
|
25.08.2017 10:31 |
serhednişîn
|
8. Min çîrokên wî hê nexandiye lê tenê dikarim bêjim ku Navekî zev xaş û balkêş xwe ra hilbijartiye.. |
|
25.08.2017 20:31 |
bûtîmar
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |